Ev kitêb, ji mijara tefekkura di mexlûqatê Xudê Teala de behs dike. Xuda -ezze wecelle- însan aferandiye ji bo wî biperêse, îbadetê jê re bike û wî nas bike. Însan dikare ji rêya zikr û tefekkurê bigihîje vê emanca bilind. Îbadet, kakila jîyana însanî ye. Zikr, sipehîtirîn awayê îbadetkirina ji Heq Teala re ye. Zikr û tefekkur, cêwî ne, bi ti awayan ji hev cuda nabin.
Osman Nûrî Topbaþ
ISBN: 978-9944-83-804-7
Însan, bi tecellîyên kamil ên sifetê îlahî û xîtaba îlahî gihaye û bi îstîdada xelîfebûna ji Rebbê xwe re hatiye aferandin. Bi vê nêrînê, ew wek zubdeya alemê (cewhera kaînatê) sirrekê ji Rebbê xwe hildigre. Ji lewma ew gunehên ku ew dike, di çi dereceyê de qîmetê wî dabixin bila dabixin, dîsa bihayê di cewhera wî de her baqî ye, mayende ye.
Ha tesewwufa ku ji vê perspektîfê ve li însanî dinêre jî; ðeyret e, ji bo mirov hewl bide dilê xwe ji qirêjên maddî-manewî paqij bike, exlaqê sipehî û wesfên çak qezenc bike û karibe dîn, bi keyfîyeteke ji rasteqîneya wî re mûnasib bi îxlas û feyz bijîye. Li ser vî esasî tesewwuf; gihiþtina wê kemala fikrî ye ku zanîna wî ji bo fehmkirina sirrên maddî û manewî yên di bûyeran, mûammayên wan û hikmetên wan de têrê dike; ewên ku aqil nikare wan fehm û çareser bike. Tesewwuf; hewldan e, ji bo xwe xilaskirina ji astenga nefsê, ewa ku li pêþîya dilê bi þîranî û çêjên rûhanî yên bêdawî wek asteng û bendê lingan e.. Yanî tesewwuf, berî her tiþtî derbaskirina temayulên nefsanî yên bedenê ye ku rûh têde hatiye hebiskirin. Tesewwuf, piþtî van jî koma tecellî, sinûhat, halên manewî, hestên dilî û ew zanist û îlm in ku bi uslûbeke dorpêçîner û arîfane van heqîqetên veþartî yên di cewhera hemû bûyeran de û îbret û hikmetên ku di piþt wan heqîqetan de cereyan dikin jî, fehm û temaþe bike...
Osman Nûrî Topbaþ
ISBN: 978-6053-02-352-4
Ev kitêb, bihayê aqil di dînê Îslamê de îzah dike û helwesta Îslamê ji felsefê eþkere dike. Her wiha ev kitêb, wî mirovê ku haya wî ji kîtab û sunnetê nîn e, ji fikr û ramanên batil ên bi xemla mentiqê xemilandî, þiyar dike.
Osman Nûrî Topbaþ
ISBN: 978-9944-83-836-8
Ev kitêb, berhema xebateke dûv-dirêj û hûr û kûr e. Zêdebarî vê jî ew rêzebendîyeke tarîxî ya jîyana mezinê Mûhemmed ji me re pêþkêþ dike. Ew ji hêleke din ve kesayetîya nimûneyî ya wî dide xuyakirin û ew behsa bersiva vê pirsê dide: Misliman çawa dikare ji bo dîgeran bibe nimûne? Her wiha ew hewl dide xesletên mislimanê nimûneyî û îdeal bide xuyakirin.
Ev kitêb, kesayetîya mezina Mûhemmed Pêðember bi awayekî ciwan ji xwendevanan re pêþkêþ dike. Ez bawer im ku evê bibe destpêkeke sipehî ji bo me ji mezinê me nêzîk bike. Ev kitêb bi ayet û hedîsan hatiye xemilandin û ew hinek nimûneyên ronak ji sîyera paka wî jî rapêþ dike.
Osman Nûrî Topbaþ
ISBN: 978-9944-83-812-2
Ev kitêb, hewl dide ji Qur’ana Pîroz bi xwe bersiva vê pirsa Qur’anî bide; “Hûn bi ku ve diçin?” Ev kitêb, mijara nefesên dawîn ji xwendevanan re pêþkêþ dike. Ew, ji kaînatê û tesbîhatên wan ji Xudê Teala re di wextên seheran de, ji Qur’ana Pîroz, ji tefekkurê, ji tobê, ji poþmanîyê, ji doza heqîyê, ji exlaqê kirrîn-firotinên bazirganî û ji qerzên hesen ji bo rizaya Xuda û ji mûmînê nimûneyî behs dike.
Osman Nûrî Topbaþ
ISBN: 978-9944-83-834-4
Ev kitêb, têgihaya zewacê di îslamê de û wan rêkarî û hîman eþkere dike ku divê mêr û jin wan di avakirina malbata misliman de li ber çavan bigrin û bi wan pêgir bibin. Her wiha ew cih û meqamê jinê di vî dînê mezin de û rêyên terbiye û perwerdekirina zar û zêçan rapêþ û eþkere dike.
Osman Nûrî Topbaþ
ISBN: 978-9944-83-895-5
Ev kitêb, kesayetîya welîyan bi exlaqê xweþê nimûneyî yê wan ji xwendevanan re pêþkêþ dike. Ev kitêb bi ayet û hedîsan hatiye xemilandin. Ew behsa bersiva vê pirsê dide: Misliman çawa dikare ji bo dîgeran bibe nimûne? Her wiha ew hewl dide xesletên mislimanê nimûneyî û îdeal bide xuyakirin.
Osman Nûrî Topbaþ
ISBN: 978-9944-83-885-6
Ev kitêb, kesayetîya welîyan bi exlaqê xweþê nimûneyî yê wan ji xwendevanan re pêþkêþ dike. Ev kitêb bi ayet û hedîsan hatiye xemilandin. Ew behsa bersiva vê pirsê dide: Misliman çawa dikare ji bo dîgeran bibe nimûne? Her wiha ew hewl dide xesletên mislimanê nimûneyî û îdeal bide xuyakirin.
Osman Nûrî Topbaþ
ISBN: 978-9944-83-892-4
Ev kitêb, behsa sifetekî mezin ji sifetên Pêðemberê Xuda dike; ew jî ew rahm e ku di Qur’ana Pîroz de hatiye îfadekirin: “Me, tu ji aleman re bes wek rahm þandî.” (Enbiya, 21/107) Naxwe li kaînatê çi hebe, her ji vê rahmê îstîfade dike; ji xwe nexasim însan. Her nîmeta ku em kelk jê digrin, her îkramên îlahî û her sipehîtî her tecellîyek ji wê rahmê ne. Ew rahm, di sipehîtîya perên perperîkan de, di ziravîya û beybûn û gulan de û di mezîyetên rewîþtî û exlaqî de dixuyê. Ew mezîyetên ku însanî bilind dikin, digihînin bejna xweþik û þekl û þemalê ciwan û wî digihînin fezîletên îlahî ku gellek ji mirovan li ser wan mezin û perwerde bûne.
Osman Nûrî Topbaþ
ISBN: 978-6053-02-226-8