Rahmeke Wisan Ku
Ev kitêb, behsa sifetekî mezin ji sifetên Pêğemberê Xuda dike; ew jî ew rahm e ku di Qur’ana Pîroz de hatiye îfadekirin: “Me, tu ji aleman re bes wek rahm şandî.” (Enbiya, 21/107) Naxwe li kaînatê çi hebe, her ji vê rahmê îstîfade dike; ji xwe nexasim însan. Her nîmeta ku em kelk jê digrin, her îkramên îlahî û her sipehîtî her tecellîyek ji wê rahmê ne. Ew rahm, di sipehîtîya perên perperîkan de, di ziravîya û beybûn û gulan de û di mezîyetên rewîştî û exlaqî de dixuyê. Ew mezîyetên ku însanî bilind dikin, digihînin bejna xweşik û şekl û şemalê ciwan û wî digihînin fezîletên îlahî ku gellek ji mirovan li ser wan mezin û perwerde bûne.