Tesewwuf Ji Îmanê Ber Bi Îhsanê Ve
Însan, bi tecellîyên kamil ên sifetê îlahî û xîtaba îlahî gihaye û bi îstîdada xelîfebûna ji Rebbê xwe re hatiye aferandin. Bi vê nêrînê, ew wek zubdeya alemê (cewhera kaînatê) sirrekê ji Rebbê xwe hildigre. Ji lewma ew gunehên ku ew dike, di çi dereceyê de qîmetê wî dabixin bila dabixin, dîsa bihayê di cewhera wî de her baqî ye, mayende ye.
Ha tesewwufa ku ji vê perspektîfê ve li însanî dinêre jî; ğeyret e, ji bo mirov hewl bide dilê xwe ji qirêjên maddî-manewî paqij bike, exlaqê sipehî û wesfên çak qezenc bike û karibe dîn, bi keyfîyeteke ji rasteqîneya wî re mûnasib bi îxlas û feyz bijîye. Li ser vî esasî tesewwuf; gihiştina wê kemala fikrî ye ku zanîna wî ji bo fehmkirina sirrên maddî û manewî yên di bûyeran, mûammayên wan û hikmetên wan de têrê dike; ewên ku aqil nikare wan fehm û çareser bike. Tesewwuf; hewldan e, ji bo xwe xilaskirina ji astenga nefsê, ewa ku li pêşîya dilê bi şîranî û çêjên rûhanî yên bêdawî wek asteng û bendê lingan e.. Yanî tesewwuf, berî her tiştî derbaskirina temayulên nefsanî yên bedenê ye ku rûh têde hatiye hebiskirin. Tesewwuf, piştî van jî koma tecellî, sinûhat, halên manewî, hestên dilî û ew zanist û îlm in ku bi uslûbeke dorpêçîner û arîfane van heqîqetên veşartî yên di cewhera hemû bûyeran de û îbret û hikmetên ku di pişt wan heqîqetan de cereyan dikin jî, fehm û temaşe bike...